Meşa dirêj a li Hambûrgê destpê kir

Meşa dirêj a bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" li bajarê Elmanya Hambûrgê jî destpê kir.

Çalakgerên saet di 10:00 de li semta Neûwîedenthalê li hev civiyan, beriya dest bi meşê bikin daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li vê derê Parlamentera Partiya Çep a li Hambûrgê Cansû Ozdemîr, endama Meclîsa Jinê ya Rojbîn nivîskar Anja Flach û li ser navê komîteya amadekar Mîtat Kaya axivîn. Qisekeran bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwestin Ocalan azad bibe. Qisekeran her wiha bal kişandin ser komkujiya li Cizîrê û gotin, "Daxwaza azadiyê ya Kurdan bi kuştinê re ti carî tine nabe."

WÊ SIBE BIDOME

Piştî axaftinan, çalakger bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" dest bi meşê kirin û wê îşev li semta Wîlhelmsbûrgê bimînin. Meş wê sibe saet di 10:00 de dewam bike. Meşa ber bi Parlamenta Eyaleta Hambûrgê wê saet di 17:00 de bi mîtînga li Jûngfernstîegê bi dawî bibe.