BI DÎMEN

Meşa dirêj a li Danîmarkayê di roja duyemîn de ye

Meşa dirêj a li Danîmarkayê li hemberî komploya 15'ê Sibatê destpê kir, di roja duyemîn de ye. Tevlîbûna zêde ya jinan li meşê balê dikişîne.

Komploya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera 17. de li Danîmarkayê bi meşeke dirêj a du rojan tê protestokirin.

Meşvanên saet di 10:00 de ji Stasyona Glostrûpê dest bi meşê kirin, saet di 13:00 de wê xwe bigihîne girseya gel a li Vesterbro Torvê li benda wan e. Çalakger wê ji bir bimeşin heta Radshûspladsenê û bi mîtîngeke li vê derê re dawî li çalakiya xwe bînin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê dayaniyek da û got, "Yên ku nikarîbûn di roja destpêkê de tevlî meşê bibin, di roja duyemîn de dikarin destekê bidin. Ji bo Kurdisataneke azad, ji bo Rêberê azad, em tevlî bibin."