BI DÎMEN

Meclîsên Gel kongreyên xwe yên salane pêk anîn

Li Belçîka, Elmanya, Swêd û Hollandayê, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd û Meclîsên Gel kongreyên xwe yên salane pêk anîn.

Li Belçîka, Elmanya, Swêd û Hollandayê, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd û Meclîsên Gel kongreyên xwe yên salane pêk anîn.

BELÇÎKA

Meclîsa Gel a Belçîkayê kongreya xwe ya salane li bajarê Lîege yê Belçîkayê bi beşdariya 100 delegeyî pêk anî.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, dîwana ji 3 kesan hate hilbijartin û siyasetmedarê Kurd Fûat Kav lê axivî. Kav destnîşan kir, cudahiya sereke ya PKK'ê ji tevgerên din ên li cîhanê ew e ku bi berpirsyariyên teorîk û pratîkî radibe.

Kav got, "Deynê me ye ku em wezîfeyên şehîdên xwe bi cih bînin. Em dikarinên Rêberê xwe bi vî rengî azad bikin." Piştî axaftina Kav, raporên malî û xebatê yên salekê hatin xwendin û nirxandin.

Di kongreyê de Zerîfe Yonden û Erkan Polat weke hevserokên nû hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina rêveberya nû, kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" qediya.

WÛPPERTAL

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a bajarê Wûppertal ê Elmanyayê, kongreya xwe ya 4. a asayî lidar xist.

Hevserokê eyaleta NRW a NAV-DEM'ê Halît Taşkiran, nûnerê MLPD'ê Helmût Bohmler, nûnerê BÎR-KAR'ê Sînan Zengîn û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir û piştre dîwan hate hilbijartin.

Serokê berê yê komeleyê Savci Azar di destpêka kongreyê de axivî û piştî silavkirina beşdaran, eşkere kir ku ew ê nebe namzet ji dema nû re lê belê wê di nava meclîsê de cih bigire.

Piştre Taşkiran amfê axaftinê kir û bi dorê Bohmler û Zengîn peyivîn.

Li dû axaftinan, raporên salane yên malî û xebatê hatin xwendin, erêkirin û piştre komîsyonên meclîsê hatin hilbijartin. Ji bo Hevserokatiya NCDK a Wûppertalê jî Mûtlak Bîngol û Fatma Ozer hatin hilbijartin.

Di kongreyê de Mele Tûcer jî hêjayî xelata endamê rûmetî yê komeleyê hate dîtin. Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.

SWÊD

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Swêdê, duh kongreya xwe ya 3. a asayî lidar xist. Ji çar aliyên vî welatî delegeyên ji komeleyên endam beşdarî kongreyê bûn, ku li bajarê Vasterasê pêk hat.

Hevserokên NCDK ên Swêdê Ayşe Goktepe û Hamît Bîten li kongreyê axivîn û işaret bi berxwedana gelê Kurd a li dijî her şêwe êrîşan û komkujiyan kirin. Hevserokan girîngiya kongreyê nirxandin û anîn ziman, ku ev yek wezîfe û berpirsyariyê dide Kurdistaniyên li dîasporayê.

Ji bo serokatiya heyeta dîwana kongreyê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç, ji Yekîtiya Jinê ya Sara ya Swêd Ferah Bozcali û Hevserokê NCDK a Orebro Ridvan Altûn hatin hilbijartin.

Yuksel Koç piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û rewşa li Rojavayê Kurdistanê, referandûma li Bakurê Kurdistnê û Tirkiyeyê, grevên birçîbûnê yên zêdeyî 60 rojan dewam kirin û çalakiyên piştevaniyê yên Kurdistaniyên li Ewropayê nirxand.

GELÊ ME XWERÊVEBERÎ PEJIRANDIYE

Koç anî ziman, tifaqa AKP-MHP'ê tevî terora girtin û komkujiya li dijî Kurdan, di referandûmê de encama dixwest bi dest nexist û got, "Di Newrozê û referandûmê de gel bersiva NA da faşîzm, tecrîd û qirkirna siyasî. Tevî zextên giran ên faşîzmê jî gelê me çûye ser sindoqan û xwerêveberî pejirandine."

Bi wesîleya salvegera qirkirina Ermenî, Asûrî-Suryaniyan a 1915'an, Kç bang li hemû gelên bindest kir ku ji bo careke din qirkirin neyê kirin li dijî faşîzm û paşverûtiyê têbikoşin.

Piştre raporên maliye û xebatê hatin xwendin û di awiyê de jî Mûazzez Batte û Hamît Bîten ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.

HOLLANDA

Konseya Civaka Demokratîk a Kurd li Hollandayê (DEM-NES) bi beşdariya 200 delegeyan kongreya xwe ya 3. lidar xist.

Kongre li bajarê Den Haagê pêk hat û nûnerên HDK-Ewropa, TJK-E axivîn û rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxandin.

Di dawiya kongreyê de hilbijartin hate kirin û Aydin Batman û Aliye Zengîn ji bo Hevserokatiya DEM-NED'ê hatin hilbijartin.