Meclîsa Tirk we îro jî ji bo 'destûra dîktatoriyê' bicive

Guherîna destûrê ya ku wê dîktatoriyê bike yasa, wê îro jî dewam bike.

Nirxandina 'destûra dîktatoriyê', ku hemû raye dewrî Serokkomarê Tirk Erdogan dike, wê îro jî dewam bike.

Di tûra pêşî ya pêşniyara guherîna destûrê ya di Civîna Giştî ya Meclîsê de, xala pêşî bi 347 dengan hate qebûlkirin û 132 dengên, 'na' derketin.

Di 'Dengdana veşartî' de ku wekîlên AKP’ê bi rengekî vekirî deng dan, 484 wekîl amade bûn.

Ji bo xala 2'an 343 dengên erê, 133 dengê na hatin dayin. 480 wekîl tevlî dengdanê bûn.

Xala 2'an a teklîfê pêşbînî dikir ku hejmara wekîlan ji 550’î derkeve 600’î.

Di navbeynê de Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim, di dema dengdana teklîfa guherandinê de Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ziyaret kir. Kiliçdaroglû ji Yildirim re got, "hûn vê teklîfê bi paş ve bikişînin wê atmosfer nerm bibe."

AKP’YIYAN SÛC KIRIN

Wekîlên AKP’ê ku li gorî rêzikname û destûrê diviya dengdan bi veşartî bikirana, dengê xwe yê bi kar anî nîşanî wezîran dan. Hate dîtin ku wekîlên AKP’’ê, ji bo ku hev kontrol bikin, 3 kes bi hev re ketin kabîneyê.

Wekîlê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder li Meclîsê axivî û got: "kamilbûna siyasî û demokratîk heye. Ev hemû nîqaş çima çêdibin? Tenê li xortên ciwan tên ew kirinên ku dibêjin, 'binerin, min ev deng da' Ku ne wiha be, ev nîşaneya qurfpêketinê ye, nîşaneya tirsê û tawanbarbûnê ye."

WEKÎLÊN GIRTÎ

Onder li ser mijara ku wekîlên girtî nikarin tevlî dengdanê bibin wiha got: "Hûn dizanin bê ka çawa bi SEGBÎS’ê îfadeya 11 wekîlên parlamentê bigirin, ji bo doza Colemergê hûn bi awayekî rê dibînin ji Edîrneyê girêdidin; divê ew wekîlên ku hê jî destlênedana wan didome tevlî vê xebata destûrdanînê bibin lê ev nayê kirin. Dema ku ev pêk nayê, bi tiştên wiha tiroviro, ku hûn jî bi qurfpêketinê û bi temamî kelevajî ye, weke zarokên ku lîseyê yên ciwan dikin û bi xweşbînî dikare were dîtin, hûn bi hev re dikevin kabîneyê û rewş dadikeve vê astê."