Meclisa Jinan têkîldarê êrîşa li Qamişloyê daxuyanî da

Meclisa Jinan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li bajarê Qamişlo dijî wesayîtek pêk aniye ku di encamê de 2 jê zarok 4 kes şehîd bûn şermezar kir.

Meclisa Jinan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku duh li taxa Sîna ya bajarê Qamişloyê bi balafirê bêmirov a bi çek pêk aniye, daxuyaniyek da. Meclisa Jinan di daxuyaniyê de diyar kir ku roj bi roj êrîşên li ser herêmê û pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin û wiha got, “Dewleta Tirk a dagirker pêkhateyên ku di nava aramiyê de dijîn dike hedef. Bi wê re hewl dide tirsê di nav welatiyan de belav bike û ewlehiya herêmê têk bibe û tevliheviyê derxîne.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan armanc dike welatî mal û xaka xwe biterikînin, bi wê yekê dê aloziya Sûriyê kûrtir bike û herêmên din ên Sûriyeyê dagirkir bike û xelkê wan herêman bide koçberkirin û wiha hat gotin:

“Balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk duh êvarê bi êrîşî wesayîtekî li taxa Sîna ya Qamişlo kir. Di encamê de 4 kes şehîd bûn ku 2 ji wan zarok bûn, hejmareke din jî birîndar bû. Bi van êrîşan hemû pîvanên exlaqî û mirovî bin pê dike. Em Meclisa Jinan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê sersaxiyê ji giyanê kesên di encama terora dewleta Tirk de şehîd bûne re, dilovaniyê dixwazin.”

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyê de “Êrîşên hov” ên dagirkeriya Tirk li dijî sivîlan,  her wih bêdengiya şermok a civaka navneteweyî, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewletên îdiaya parastina gelê Sûriyê dikin, lê ji bo sekinandina li hember şerê qirkirinê ku herêm û gelê wan dike armanc û aloziya Sûriyê kûrtir dikin û hat got ku ji ber tu helwest nîşan nadin, berpirsên van êrîşan e.