Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Malbatê Demîrtaş ziyaret kir

Malbatê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin ziyaret kir. Hevjîn Başak Demîrtaş got: “Silav û rêzên xwe ji bo her kesê şand”

Hevjîn Başak Demîrtaş li gel zarok, xûşka , dayîk û bavên wî di roja ziyaretê de Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salahattîn Demîrtaş ê ku li girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin ziyaret kirin. Piştî girtina 33 rojan û şûn de li gel hevjîn Başak Demîrtaş xûşka wî Bahar Demîrtaş û keçên wî Delal û Dîlda, dayîka wî Sadiye û Bavê Tahîr li gel birayê wî Suleyman Demîrtaş ku cara yekem çûn Demîrtaş ziyaret kirin.

‘BI TENÊ HIŞTIN BÊ HIQÛQIYE’

Malbata Demîrtaş a ku çûn girtîgehê, bi Salahattîn Demîtraş re di hevdîtina vekirî de hev dîtin. Başak Demîrtaş piştî ku qasî 1 saetê hevdîtin kirin û şûn de li pêşiya girtîgehê axivî û diyar kir ku rewaş tendirûstî û morlê hevjînê wî baş e. Başak Demîrtaş ragirtina Demîrtaş a li qawîşekê weke ‘Bê hiqûqî’ nirxand. Başak Demîrtaş wiha got: “Îro ez li gel dayîk, bav û zarokên xwe çûn hevdîtinê. Morale Serok baş e, rewşa wî ya tendirûsiyê jî baş e, ti pirsgirêk nîne. Weke tê zanîn ragirtina wî ya di hûncreya yekesî de bê hiqûqiye û hê jî dewam dike.Têkildarî vê li hudir û li der ve wê têkoşîna me dewam bike. Silav û rêzên xwe ji gelê me yên li welat û derveyî welat re şand.”

Malbata Demîrtaş piştre jî ji Edîrneyê veqetiyan.