BI DÎMEN

Malbata Azîz Guler serî li DMME da

Malbata şervanê MLKP'ê Azîz Guler, ku ev meheke destûr ji derbaskirina cenazeyê wan re nayê dayîn, ji bo biryara tedbîra îhtiyadî, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da.

Malbata şervanê MLKP'ê Azîz Guler, ku ev meheke destûr ji derbaskirina cenazeyê wan re nayê dayîn, ji bo biryara tedbîra îhtiyadî, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da. Serlêdan li ser navê malbata Guler ji aliyê parêzer Sînan Varlik ve hat kirin

Malbata şervanê MLKP'ê Azîz Guler ê di 21'ê Îlonê de li Rojava jiyana xwe ji dest da, ji bo cenaze teslîmî wan bê kirin, li gorî xala 39. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.

Parêzer Sînan Varlik ê li ser navê malbata Guler serî li DMME da, ji ANF'ê re axivî.

Varlik bibîr xist ku ji 21'ê Îlonê û vir ve cenazeyê Guler ji malbatê re nayê dayîn û got, "Ji bo pêşî li vê mexdûriyetê bigirin, ji bo dawî li vê bêhiqûqiyê bînin, ji bo tedbîra îhtiyadî bê wergirtin û destûr bê dayîn ku cenaze derbasî Tirkiyeyê were kirin, me serî li DMME dan."

Varlik anî ziman, ku bêhiqûqiyeke cihê xwe di hiqûqa şer de jî nîne, li ser malbata Guler bi awayekî siyasî tê ferzkirin û got, "Em vê pêvajoyê weke pêvajoyeke hiqûqê nabînin, weke pêvajoyeke însanî dibînin ku ji ber ferzên siyasî malbat mexdûr bûye. Piştî ku Azîz di 21'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da, malbatê serî li Qeymeqamtiya Pirsûsê da. Qeymeqamtiyê diyar kir ku li gorî biryara desteya wezîran wê êdî ji niha û pê ve destûr nedin cenaze ji Rojava derbasî Tirkiyeyê werin kirin. Weke hiqûqnasan me lêkolîn kirin bê biryareke bi vî rengî heye yan na û me tespît kir, ku ji bo derbaskirina cenazeyan ti astengiyeke qanûnî nîne."

Varlik da xuyakirin, ku piştî vê tespîtê, wan bi awayekî nivîskî ji bo derbaskirina cenaze serî li Qeymeqamtiya Pirsûsê dane û got, "Qeymeqamê Pirsûsê diyar kir ku daxwaza me hiqûqî ye, li pêşiya derbaskirina cenazeyan ti astengiyeke qanûnî nîne, lê belê di mijara derbaskirina cenazeyan de ji wî re fermana siyasî hatiye dayîn. Me anîn ziman ku em ê pêvajoyê li cih nehelin, em ê serî Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Dadgeha Destûra Bingehîn, bêyî sedemekê nîşan bide, daxwaza me ya tedbîrî red kir."

Varlik da xuyakirin ku Dadgeha Destûra Bingehîn îdîaya 'di mijara derbaskirina cenaze de yekparebûna madî û manewî ya malbatê nehejiya ye' ji bo biryara xwe weke hincet nîşan da û got, "Niha malbatek heye li holê, 20 roj in nikare cenazeyê xwe werbigire. Gelo yekparetiya manewî ya vê malbatê çawa zerarê nabîne? Ji aliyê hiqûqî ve vegotina vê rewşê gelekî zehmet e. Aliyê hiqûqî li aliyekî, ji aliyê wijdanî ve jî vegotina wê gelekî zehmet e. Me dizanîbûn ku em ê li biryareke bi vî rengî rast bên. Ji ber ku mejiyekî siyasî yê ku goristanan bomberdûman dike, mejiyekî siyasî yê ku cenazeyên mirovan bi erdê re dikişîne, bêguman wê nehêle cenaze bê derbaskirin. Weke hiqûqnasan vê yekê em matmayî nehişt. Ji bo rakirina vê bêhiqûqiyê, li gorî xala 39'an a rêziknameya navxweyî me serî li DMME dan.

Bi awayekî şênber gelek rewşên tên binpêkirin hene. Ji aliyê xalên 3., 8., 9., 13, 14 ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ve binpêkirin heye. Em dixwazin dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn. Ji bo dawî li mexdûriyeta malbatê, hezkiriya û hevalan bê anîn, me serlêdan kirin. Em bi hêvî ne û li benda biryareke erênî ne. Piştî wergirtina vê biryara erênî em ê careke din serî li Qeymeqamiya Pirsûsê bidin."

Varlik diyar kir ku beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê, di warê derbaskirina cenazeyan de pirsgirêk tinebûn, lê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi biryareke siyasî re pêşî li derbaskirina cenazeyan hat girtin.