Malbata Şenyaşar: Dozger wê hesab bidin

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin di Nobeda Edaletê de ye diyar kir ku dozger jî wê li pêşberî dadgeriya serbixwe û bêalî hesab bidin.

Di roja 739'an a çalakiya Nobeda Edaletê de Ferîşt Şenyaşar axivî û got, "Piştî hilbijartinê dema ku desthilatdarî hate guhertin, wê bi êşên dane kişandin û karên nelirê bêne bîranîn."

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku 9'ê Adara 2021'ê hate destpêkirin, di roja 739'an de ye. Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê axivî û diyar kir ku li welêt hiqûq tê binpêkirin û dadgerî serbixwe û bêalî nîne.

Şenyaşar got, "Li nexweşxaneya dewletê komkujî hate kirin. Bi sedan şahidên komkujiyê hene. Her wiha dîmen hene, le belê yê ku komkujî kir ji ber ku wekîlekî ji partiya desthilatdar e, dadgeriyê karê xwe nekir. Ji ber vê yekê jî zilmê dike."

Ferît Şenyaşar bi bîr xist ku tevî dayika xwe Emîne Şenyaşar 2 sal in li ber edliyeyê nobedê digire û got, "Dema ku ev desthilatdarî çû, wê bi êş, zilm û karên xwe yên nelirê bê bîranîn. Li tevahiya Tirkiyeyê bêhiqûqî heye, lê belê bêhiqûqiya herî mezin li qesra edliyeyê ya li pişt me dibe."

Şenyaşar nerazîbûn nîşanî girtina 23 kesan a li Pirsûsê da ku rêveberên HDP'ê jî di nav de ne û got, "Em vê bêhiqûqiyê şermezar dikin. Welatêm e di demeke nêz de dikeve hilbijartinê. Piştî hilbijartinê dema ku desthilatdarî hate guhertin, dozgerên ku ev biryara bêhiqûqî dan wê li pêşberî dadgeriya serbixwe û bêalî bêne darizandin."