Malbata Şenyaşar: Bila hiqûq sazkar bibe

Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edelatê didomîne, diyar kir daraza Tirk hevkariya sûc dike.

Nobeta Edelatê ya malbata Şenyaşar di roja 226'an de li ber Edliyaya Rihayê didome.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal got, ''Kesê ku li nexweşxaneya dewletê komkujî kirî, cihê wî ne melîs e. Bila Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê were avakirin. Bi berfirehî li ser rûdanê were sekinandin.''

Ferît Şenyaşar got, ''Wekîlek û xizmên wî li kargehê êrîşê tînin ser me, li nexweşxaneyê komkujiyê dikin. Malbata me tine kirin. Birayekî min bi biryareke siyasî 37 sal ceza standin. Li nexweşxanê komkujî heye lê doz tine. Ji ber ku di komkujiyê de wekîl û xizmên wî hene dadrêsî nîne. Dozger û dadger bêdeng in û hevkariya sûc dikin.''

Şenyaşar bal kişande ser li gel ku 3 sal û 4 meh di ser komkujiyê re çûne jî Meclîsê ti lêkolîn nekiriye û got, ''Ez bang li wan wekîlan dikim ku hay ji vê rûdanê hene û bêdeng in: Ev guneh e, bêdeng nemînin. Bila hiqûq sazkar be.''