MA TUHAY-DER'ê ji bo çalakiyên 4'ê Nîsanê bang kir

Hevserokê MA TUHAY-DER'ê Mehmet Şafî Erol ji bo çalakiyên ku bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêne lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi çalakiyan bê pîrozkirin. Çalakî wê di navbera 1 û 10'ê Nîsanê de bêne lidarxistin. 4'ê Nîsanê wê ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê meşek bê kirin.

Hevserokê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a li Marmarayê (MA TUHAY-DER) Mehmet Şafî Erol têkildarî çalakiyên li Stenbolê axivî û bal kişand ser girîngiya 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd.

Erol got, "Ji bo Kurdan hem têkoşînê hem jî siyasetê destpê kir. Jinên Kurd dest bi naskirina xwe kirin. Piştî ku qîmetê vê têkoşînê hate fêhmkirin, hingî 4'ê Nîsanê ji bo Kurdan pîroz bû."

Erol ragihand ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mohra xwe li Newroza 2023'an xist û got, "Birêz Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn yekane çavkaniya hêviyê ye."

Erol anî ziman ku di navbera 1 û 10'ê Nîsanê de wê li gelek navçeyên Stenbolê şitil bêne çandin û got, "Bi pêşengiya Dayikên Aştiyê wê gul biavêjin nava deryayê. 4'ê Nîsanê bi beşdariya hemû saziyan wê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar bê dayin. Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî çalakiyan bibe."