ANALÎZ

Lîstika Cerablûsê ya Tirkiyeyê

Plana nû ya ku Tirkiye serkêşiya we dike, di heman demê de lêgerîna hevsenga nû ye. A rast mirov nikare ji vê re bêje nû ye. Yên ku di statûya berê de bi israr in, dîsa dixwazin werin cem hev.

Piştî azadkirina Minbicê, Tirkiye weke her carê kete nav tevgerê. Recep Tayyîp Erdogan û ekîba wî li dijî Rojava û Kurdan û li dijî gelên ku li Bakurê Sûriyê di nava tifaqê de ne, dek û dolabên nû digerîne. Vê carê Sûriye jî bi navbeynkariya Îranê tevî nav van dek û dolaban kir. Helbet, li gel Sûriyê çend çeteyên ENKS’ê yên ku dûvelinga PDK’ê ne jî di vê lîstika gemarî de weke piyonan bi kar tîne.

GAVA PÊŞÎ BI IBRAHÎM BIRO HAT

Di lîstika nû de weke her carê risteke girîng dane hevkarên xwe yên Kurd. Bi destê Ibrahîm Biro  ku yek ji serkêşê van hevkaran e, bermahiyên ENKS’ê yên dûvelinga PDK’ê xwestin ku provakasyonê pêk bînin. Biro, li gel ku li ser wî gelek doz hatibûn vekirin jî, piştî komkujiya Qamişlo kete Rojava. Malbatên ku di êrîşa Eşrefiya ya Helebê, di sala 2012’an de jiyana xwe ji dest dabûn, bi daxwaznameyan xwestibûn ku Biro were darizandin. Her wiha der barê Biro de, ji ber têkiliyên wî yên bi endamê Nûsrayê, Usama Hîlal re, ku di êrîşên Serêkaniyê de cih girtibû, doz hatibû vekirin û ya hê giringtir jî, ji ber ku tevlî cîvîna Rihayê bûbû, ku civîn bi mebesta dijminatiya li Rojava pêk hatibû, der barê wî de biryara girtinê hatibû dayin. Li gel van hemû tiştan, bi dizîka hatina wî ya li Rojava, ji hêla gelek derdoran ve weke bi mebesta provakasyonê hatibû nirxandin. Ji hêlekê ve Biro ji bo provakasyonê di demeke wiha de kete Rojava û li hêla dî jî PDK dixwest jê xilas bibe. Ji ber ku Biro û bermahiyên din ên ENKS’ê bi demê re ji bo Başûr bûne serêşiyek. Ji bo vê jî gelek caran N.Barzanî hewl da ku wan derxîne. Lê ji hêla Mesûd Barzanî ve, bi mebesta ku di ser wî re siyasetê bimeşîne, tê hiştin. Rêveberiya Rojava bi mebesta ku di ser wan re siyaseteke neyênî neyê kirin û ev rewş neyê bikaranîn, rêbazeke baş şopand û ew derî sînor kir. Piştî demeke kin a binçavkirinê derî sînor hate kirin. Lê piştî ku derî sînor hate kirin, Barzaniyê yê ku 2013’an destûr nedayî ku Hevserokê PYD’ê Salih Musil û 2016’an Hevseroka dî Asya Abdullah- ku bi mebesta tevlî konferansa îklîmê bibe- ji deriyê Sêmalkê derbas dibe, Biro li Selahadînê pêşwazî kir û rexne li Rojava anî, bi hênceta ku ew ne demokratîk e. Biro pişwî vê bi du rojan seriyek da Konsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyê û li dijî PYD’ê û Rojava xwest ku alîkariyê bidine wan. Ev hemû geşedan nîşan didin ku di di plana nû de ya li dijî Rojava, rista Biro û Barzanî nîşan didin.

HEDEFA ESASÎ: XETA CERABLÛS-EZAZ-RAÎ Û BAB E

Plana nû ya ku Tirkiye serkêşiya wê dike, di heman demê de lêgerîna hevsenga nû ye. A rast mirov zêde nikare bibêje hevsenga nû jî. Yên ku di statûkoya berê de israr dikin, hewl didin ku werin cem hev. Statûkoya berê di Şerê Cîhanê yê 1. dest pê kiribû û di Şerê Cîhanê yê 2. de temam bûbû. Di serî de Kurd, gelek gel, nasname, zayand, kultur tine hatibûn hesibandin. Ê ku di statûkoya berê de israr dike Tirkiye û Îran e. Bi navbeynkariya Îranê, Sûriyê jî tevlî vê dikin û dixwazin mêtingeriya xwe ya li Kurdistanê dixwazin bidomînin.

Azadkirina Minbicê rewşeke nû derxiste holê. Rewşa ku derketiye holê ew e ku  Federasyona Bakurê Sûriyê di siberojeke nêzîk de ji bo Sûriyê, di siberojeke ne zêde dûr de li herêmê bibe modêla çareseriyê. Azadkirina Minbicê paqijqirina çeteyan a ji qadên Cerablûs, Ezaz, Şehba û heya bi Efrînê, temamkirina sînorên Federasyona Bakurê Sûriyê ye.

Tirkiye û Îran a ku ev dîtin û di statûkoya berê de israr dikin ketin tevgerê û rejîm Baas a Sûriyê xistin nav liv û tevgerekê. Rejîma Baas a Sûriyê li Hesekê êrîş bire ser Kurdan û gelên ku bi wan re di nav hevkariyê de bûn. Bi vê êrîşê hate xwestin ku pêngava ku wê li Cerablûs, Bab, Şehbayê berdewam bikira, xwestin dereng bixîn. Li vir rista ku dane rejîma Baas a Sûriyê awiqandin, astengkirin e. Rista sereke jî weke her carê Tirkî anî ser xwe.

Tirkiyê bi têkiliyên navnetewî ji hêlekê ve hewl dida ku zemîna vê çêbike û ji hêla dî ve jî ji bo xeta Cerablûs, Raî, Bab û Şehbayê bi dest bixîne kete nav tevgerê.

Komên  Cebhet El Nusra, Ehrar Şam, Nûredîn Zendî û bi komên ku bi temamî girêdawî wê ne yên bi navê Sultan Murad, Sultan Abdulhamît, Aşîfet Şîmalê, bi navê ‘’Artêşa Bakur’’ xiste tevgerê. Kesekî bi navê Osman Salih yê ku li Çiyayê Turkmen e û berê jî li wir bû anî serê van koman. Osman Salih li gundê Havar a Kilîsê baregehek ava kir. Komên ku navê wan derbas dibin, ji bo ku xwe ji bo êrîşa Cerablûsê amade bikin, hêzên xwe yên li Sûriyê bi koman şandin. Osman Salih kesên ku bi navê şervanan hatibûn bi çek, cebilxane, botên ku Tirkiyê dabûnê, da van şervanan. Hêzeke zêde ya van koman nebû. Jêderkeke pêbawer ku nexwest navê xwe bide, got, ev kom ji bo ku şervanan bidin hev ji wargehên di bin kontrola AFAD’ê de şervan dane hev û got: 

Ev kom ji bo ku zêdetir elemanan ji xwe re peyda bikin, berê xwe dane wargehên di bin kontrola AFAD’ê de yên li Dîlok, Kilîs û gundê Sîco ku penaberên Sûriyekî lê diman. Ji van wargehan bi sedan zarokên kut emenê wan di ne habera 14-16’an de, ji bo ku berê wan bidin Cerablûsê dane hev. Serê her yekî ji bo wan, bi dest 300 dolar dane wan. Mînaka vê ya herî berbiçav jî koma Aşîfet Şîmal e. Ev koma di bin kontrola Ebû Alî Sîco de ye, ne xweyî yek şervanî ye jî. Lê niha bi sedan şervan li Qerqemişê, ji bo ku derbasî Cerablûsê bibin tên rawestandin. Ev şervan hemû ji van wargehan dane hev.

EV HEFTEYEKE E LI QERQEMIŞÊ RADIWESTIN

Çeteyên ku dane hev, ev hefteyek bûn li Havar, Kilîs û Qerqemişê disekinîn. Gelek jê belkî nizanibin ji bo çi êrîş jî dikin. Lê gelek ji van mirovên ku bi daxwaza Tirkiyê dane hev, dema ku diçine vê êrîşê belkî nema vegerin jî. Ji bo Tirkiyê ev pir ne girîng e. A girîng ew e ku gelên li Bakurê Sûriyê dijîn, di serî de jî Kurd negihijin armancên xwe.

SÊ KURD JÎ HENE

Di nav van ciwanan de yên ku dane  hev, sê zarokên Kurdan jî hene. Ev zarokên ku gundê wan Qubbes di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ye, hatibûne Kîlîsê û li wir li wargeha AFAD’ê diman. Tê gotin ji bo Cerablûsê di nav kesên ku temenê wan ê zarokan e, ev zarok jî hene.

HÊZÊN NAVNETEWEYÎ LI KÛ NE?

Bi lihevkirina Tirkiyê, Îranê, Sûriyê bi komên alîgirên Tirkiyê ji DAIŞ’ê standina Cerablûsê bi zelalî hewldana dagirkeriyê ya Tirkiyê ye. Helweta hêzên navnetewî di vê mijarê de wê çi be, niha zêde nayê zanîn. Beriya niha nêzîkî bi 5 mehan, DYA’yê ji bo ku Tirkiye li ser wê xetê korîdorekê veke çavê xwe girtibû. Lê Tirkiyê li gel ku hemû  çeteyên xwe dane xebitandin jî tiştek bi ser ve nexist. Ev hewldana niha ji hewldana korîdorê pêştir e. Ango bi wateyeke dî dagirkerî ye. Nêzîkatiyên DYA, Rûsya û dewletên rojavayî hê bi zelalî diyar nebûne. Lê tişta ku xuya dike ew e ku rewşeke ku li ser wê li hev kiribin li holê nîn e. Ji ber ku di mijarê de lihevkirinek hebûya ev nêzîkî hefteyekê ye, nêzî 5 hezar kesî wê li Havar, Kilîs û Qerqemişê nehatana rawestandin. Lê helwesta wan wê çi be, wê biguhere yan na baş nayê zanîn. Di rojên pêş de ev ê zelaltir bibe.