BI DÎMEN

Li Zanîngehê û konserê AKP hat protestokirin

Li bajarên Ewropayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, didomin. Kurdên li Elmanyayê Wezîrê Karên Derve protesto kirin, li Belçîkayê jî di konsera Sezen Aksû de banga hişyarî û berpirsyariyê kirin.

Li bajarên Ewropayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, didomin. Kurdên li Elmanyayê Wezîrê Karên Derve protesto kirin, li Belçîkayê jî di konsera Sezen Aksû de banga hişyarî û berpirsyariyê kirin.

KASSEL

Li bajarê Elmanya Kasselê, Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steînmeîer ji ber bêdengiya xwe ya li pêşberî komkujiyên AKP dike, hat protestokirin. Steînmeîer dema zanîngeh ziyaret dikir, ciwanên Kurd bi qîrîna dirûşmeyan ew protesto kirin. Ciwanan banga "li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê bêdeng nemînin" kirin û gotin, "Bi çekên Elmanya daye Tirkiyeyê re Kurd tên qetilkirin. Van komkujiyan bisekinînin."

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê jî di çarçoveya Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî Euorpalia de konsera Sezen Aksû li Salona Çandê ya Bozar pêk hat.

Di dema konserê de pankarta bi nivîsa "Bila zarok nemirin, li Kurdistanê komkujî heye" hat vekirin. Çalakgeran bal kişandin ser komkujiyên li Cizîrê û gotin, "Bêdengiya li pêşberî qetilkirina birîndarên li jêrzemînan, hevpariya sûc e. Çavên xwe li van êrîş û komkujiyan negirin. Êdî rastiyan bibînin û deng derxînin."

Aksû jî mesajên azadiyê da û anî ziman ku li Tirkiyeyê mesajên medya civakî jî êdî bûne hinceta cezakirinê.