Li Yewnanîstanê jinên Kurd azadiya Ocalan xwestin

Li Yewnanîstanê ji bo azadiya Ocalan çalakî û helkeft didomin. Jinên Kurd bi vê mebestê daxwazên xwe dane Nûnertiya Yewnanîstanê ya YE’yê.

Kurdistaniyên li Yewnanîstanê piştî ku biryar girtin ew ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd bi seferberiyekê têvbigerin, çalakiyên xwe didomînin. Meclîsa Gel a Yewnanîstanê ku di nav vê çarçoweyêde biryara gelek rêze-çalakiyan dabû, piştî ku roja Duşemê kampanya dabûn destpêkirin bi mebesta ku nameyan ji CPT’yê re bişînin, roja Çarşemê seriyek dane Rêxistina Efûyê ya Navnetewî û dosya dabûne wan. Îro saet 12.00’an jinên Kurdistanî bi awayekî girseyî li ber Nûnertiya Yewnanîstanê ya Yekitiya Ewropayê rûniştin û daxwaz kirin ku bi rayedaran re biaxivin.

‘DEMOKRASÎ GIRÊDAYÎ AZADIYA RÊBERTIYA ME YE’

Çalakgerekî ku li ser navê komê axivî, got: ‘’ Xeta sor a gelê Kurd jiyan û azadiya Rêbertiyê ye. Niha em ji Rêbertiya xwe ti agahiyê nastînin. Tikaya min ji we ew e ku hûn rewşa Rêbertiya me bi CPT’yê bigihînin û wê têxin nav tevgerê. Kirinên hovane yên li ser Rêbertiya me divê werin teşîrkirin. Divê were zanîn têkoşîna demokrasiyê û azadiyê li Tirkiyê bi azadiya wî ve girêdayiye.’’

Çalakvanan her wiha bal kişandin ser komkujiya li Qamişloyê jî, xwestin ku komkujî ji AKP’ê bêrî neyê dîtin û diyar kirin, bi komkujiyan wê nikaribin Kurdan ji têkoşînê dûr bixin.

Nûneran diyar kirin ew ê dosyayan bidin navendên xwe û tişta ji wan tê ew ê texsîr nekin. Çalakî bi dirûşm û kilîliyna bi dawî bû.

Meclîsa Gel a Yewnanîstanê plansaziya xwe ya çalakiyê ya heftiya were hişkere kirin, ji Kurdistaniyên li Atînayê xwestin ku her gav ji çalakiyan re kar bin û tevî nav çalakiyan bibin.

...