Wesayîta ku ji aliyê Alîkarê Hevserokên DBP'ê yê Wan Fadil Bariştiran ve dihat ajotin û rêveberên bajêr tê de bûn, li xaçerêya Çohaz ji nişka ve rastî du panzerên bê plaqe yên Midûriyeta Emniyetê hat. Wesayîta DBP'ê ku ji panzerekê xilas bû, nekarî xwe ji ya duyemîn rizgar bike. Panzer li wesayîtê qelibî û ji ber vê yekê rêveberê bajêr Cebraîl Taş ji serê xwe birîndar bû. Taş rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Herêmê. Tê gotin ku rewşa tenduristiyê ya Taş, baş e.
Der barê mijarê de Alîkarê Hevserokên DBP'ê yê Wanê Fadil Bariştiran diyar kir ku bûyer ne qeza ye, maşînên akrep bi zanebûn bi ser wan de hatine. Bariştiran da xuyakirin ku wesayîta wî bi kar dianî, ji ber ku ji aliyê Hevserokên wan ên bajêr ve tê bi kar anîn haya emniyetê jê heye û da zanîn ku ji ber bûyer ne qeza ye, ew ê gilî bikin.