BI DÎMEN

Li Viyanayê tûrnûvaya ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê tûrnûvayeke futbolê hat lidarxistin.

Ciwanên Azad, mîna her sal, îsal jî ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê tûrnûvayeke futbolê bi beşdariyeke xurt lidar xistin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, siyasetmedarê Kurd Cûma Tak li ser wateya meha Gulanê axivî.

Di tûrnûvaya ku 14 tîm tevlî bûn de, Kobanê Spor bû şampiyon, tîma Komanê Dersîm bû duyemîn û FC Kurdos jî bû sêyemîn.

Tûrnûva bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.