Li taxa Şêx Xidir a Helebê navenda MÎT û nîjadperestan

Li taxa Şêx Xidir a Helebê, navendeke MÎT'ê û nîjadperestên Tirk hat dîtin.

Li Helebê bi sed hezaran sivîl di nava şerê navbera hêzên rejîma Baasê û çeteyan de man. Hêzên YPG, YPJ, QSD û Asayîşê, ji bo sivîlên di nava vî şerî de man e rizgar bikin, korîdorek vekirin. Ji vê korîdorê bi deh hezaran sivîl hatin rizgarkirin. Hêzên YPG, YPJ, QSD û Asayîşê ketin nava 6 taxên Helebê. Her ku karê lêgerîn û paqijkirinê diqede, gel jî ji nû ve li cih û warên xwe vedigere. Li van taxan, di dema kontrolê de têkiliyên çeteyan, mal û milkên ji gel dizîne û hevkariya çeteyan a bi dewleta Tirk re jî eşkere dibin.

Dibistana Seretayî ya Taxa Şêx Xidir jî di nava korîdora hêzên YPG, YPJ, QSD û Asayîşê de ma. Hêzên Asayîşê, dema li vê dibistanê lêkolîn û lêgerîn dikirin, li şopa MÎT'ê û nîjadperestên Tirk rast hatin. Ji nivîsên li ser deriyê dibistanê hatine nivîsandin û pankartên li ser dîwarê dibistanê hatin daliqandin tê fêhmkirin, ku dibistana seretayî ji aliyê endamên MÎT'ê û nîjadperestên Tirk ve were baregehekê hatiye bikaranîn.

ÇIMA ŞÊX XIDIR?

Taxa Şêx Xidir di nava sêgoşeya Heyderiye, Bûstan Paşa û Hulokê de ye. Tirkmenên li Heleb û derdora wê dijîn, bi giranî li vê herêmê ne. Lewma MÎT'ê û nîjadperestên Tirk ev der ji xwe re weke baregehê hilbijartin e.

Pankarta bi zimanên Tirkî û Erebî ya bi nivîsa "Weqfa Çand û Perwerdeyê ya Ulku Ocaklari" ku li nava dibistanê hatiye daliqandin, nîşan dide bê dibistan bi kîjan armancê û çawa hatiye bikaranîn. Li binê pankartê jî nivîsa "Kampanya Alîkariyê ji bo Tirkmenan" nivîsandî ye.

Pankarteke din a li dîwarê dibistanê hatiye daliqandin jî ya Komeleya Alîkarî û Piştgiriya bi Tirkmenên Yekbûyî yên Sûriyeyê re ye. Ev rewş jî nîşan dide ku komeleyên li Tirkiyeyê di bin navê alîkariyê de hatine avakirin, ji bo kîjan armanc û wezîfeyê hatine avakirin.

NAVÊN ÇETEYÊN MÎT'Ê LI DÎWÊR HATINE NIVÎSANDIN

Li dîwarê vê dibistana ku ji aliyê MÎT û nîjadperestan ve weke navendê hatiye bikaranîn, navên hin komên ku perwerde kirine, hatine nivîsandin. Yek ji van komên navên wan nivîsandî ne, Ketîbeya Mûhammed Fatîh e. Ketîbeya Mûhammed Fatîh, çeteyeke Tirkmen e ku di destpêka sala 2012'an de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye avakirin. Ji roja ava bûye û pê ve li vê herêmê tevgeriya ye. Komeke din jî Ketîbeya Omer Muxtar e. Ev kom jî ji aliyê Tirkiyeyê ve ji Tirkmenan hatiye avakirin. Lê belê navê xwe bi qasî Mûhammed Fatîh nedaye bihîstin. Ketîbeya Abdullah Bîn Ûzeyfa jî komeke bi vî rengî ye. Komên çete yên herî zêde navê wan hatine bihîstin û li dîwêr nivîsandî ye çeteyên Lîwa Tewhîd û Sûltan Mûrat e. Sûltan Mûrat bi endamên MÎT'ê yên di rêveberiya wê de cih digire, tê naskirin. Ji fermandarê vê komê Seyf Ebûbekîr Polat, Osman Salîh û Fehîm Îsa ku weke berpiryarê giştê naskirin, endamên MÎT'ê ne.

DU NASNAMEYÊN AFAD'Ê HATIN DÎTIN

Asayîşê di encama lêgerîn û lêkolîna xwe de du nasname jî li dibistanê dît. Yek ji van nasnameyan a kesekî bi navê Yûsûf Hasan Ahmed e. Ahmed di sala 1997'an de li Helebê ji dayik bûye. Wekî din Belgeyeke Danasîna Biyanî ya Ahmed hat dîtin, ku li Kîlîsê ji aliyê AFAD'ê ve jê re hatiye dayîn.

Nasnameya din jî ya Mûstafa Mûstafa ye, ku di sala 1987'an de li Helebê ji dayik bûye û ev nasname ji aliyê koma Sûltan Mûrat ve jê re hatiye dayîn.