BI DÎMEN

Li Swîsreyê meşa azadiyê ya du rojan destpê kir

Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn, bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" dimeşin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn, bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" dimeşin. Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî, meşa dirêj a du rojan destpê kir.

Kurdistanî û dostên wan ên bi pêşengiya TJK-E û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD) li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê li hev civiyan, berê xwe dan Bernê û wê 2 rojan bimeşin.

Çalakgeran ji bo balê bikişînên ser tecrîdê tîşortên ji wêneyên Ocalan li xwe kirin.

Meşvan wê danê êêvarê li bajarê Bîelê bi mîtîngekê werin pêşwazîkirin. Piştî mîtîngê meşvan wê saet di 19:00 de tevlî panelekê bibin.

...