Li Strasboûrgê ji bo gerîlayê HPG’ê Kûrûpinar bîranîn

Ji bo gerîlaya HPG’ê Aysel Kûrûpinar (Besê Tolhildan)a ku 2’yê Tebaxê li Mûşê jiyana xwe ji dest dabû, li Strasboûrg a Fransayê bîranînek hate lidarxistin.

Gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn, ku ji hêla Komîteya Malbatên Şehîdan ve li Navenda Civaka Kurd a Strasboûrgê hatibû pêkanîn. Di axaftinan de têkildarî jiyana Aysel Kûrûpinar agahî hatin dayin.

Xalê Aysel Kûrûpinar Salman Bîlecan ku bîranîna organîze kiribû, diyar kir, Kûrûpinar li gundê Mîllîanê ya Pazarcikê ji dayik bûye û xwarziyê wê beriya bi şeş salan li Italyayê tevlî Têkoşîna Azadiya Kurd bûye. Bîlecan diyar kir, Aysel Kûrûpinar ji destpêka jiyana xwe ve tim bi hîsên welatparêziyê jiyaye

Di bîranînê de nûnerê Konseya Ewropayê ya HDP’ê Fayik Yagizay jî axivî û got, ew ê li pey nirxên wan kesan bin ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane.