Li Strasboûrgê hezaran kes li dijî faşîzma AKP'ê li hev civiyan

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî faşîzma AKP'ê mîtîngek mezin hat lidarxistin û peyamên berxwedanê hatin dayîn.

Li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropa (KCDK-E), ji Swîsre, herêma Alsace û Rojhilatê Elmanya bi hezaran kes di mîtînga Strasboûrgê de li hev civiyan. Mîtîng li qada ku Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyan (CPT) pêk hat.

KOÇ: WÊ BERXWEDAN BERDEWAM BIKE

Di mîtîngê de axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka KDCK-E Yuksel Koç ve hat kirin, Koç diyarkir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin.

Koç di axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya berxwedanên zindanan û bang li Konseya Ewropa û CPT'ê kir ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînîn û got; "Gelên Kurdsitan û Tirkiyeyê di referandûmê de bi vekirî gotin 'NA'. Wê li dijî faşîzmê berxwedana me berdewam bike. Ji bo azadiya Ocalan û girtiyan wê tekoşîna me bidome."

'WÊ FAŞÎZIM TÊK BIÇE'

Di mîtîngê de Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Elmanyayê (NAV-DEM) Fatoş Goksûngûr ji axivî û berxwedana girtiyên di girtîgehê de silav kir û wiha anî ziman: "Girtîgeh birîneke ku bi salane xwîn jê tê ye. Di heman demê de berxwedaneke ku bi pêşengtiya Mazlûm Dogan û Xeyrî Dûrmûş tê bibîranîne."

Goksûngûr bal kişand li ser tekoşîna li her qadê û wiha got: "Ji bo xwedî derketina li grevên birçîbûnê gelek çalakî hatin lidarxistin û daxwazên wan ji gelek saziyên berpirsyar re hatin ragihandin. Faşîzim wê têk biçe û berxwedam wê biserbikeve."

'PIŞTÎ USKUDARÊ TÊ KÛVE BIÇÎ'

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer ji di axaftina xwe de balkişand li ser girîngiya berxwedana ku li Ewropa didome û berxwedana bi biryar ya girtîgehan silav kir.

Hezer diyar kir ku di pêvajoyekî ku berxwedanên zindanan berdewam dike de referandûm pêk hat û wiha pêde çû: "Li tevî zilma ku hatî jiyankirin, bi tekoşîna gelan re dengê 'NA' yê bi hêz derket. Di referandûmê de mezlûman, kedkaran, jinan û ciwanan qezenç kir. Erdogan dibêje 'Yê hesp girt,Uskudar derbas kir' belê piştî wê tê ku ve biçî."