Li Strasboûrgê Greva Birçîbûnê ya Meclîsa Dîasporaya Şengalê di roja 3’yemîn de ye

Greva birçîbûnê ya ku endamên Meclîsa Dîasporaya Şengalê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bêdem-bêdorveger li Strasboûrgê dabûn destpêkirin, di roja 3’yemîn de ye.

Greva birçîbûnê ya ku endamên Meclîsa Dîasporaya Şengalê ji bo di mijara tenduristî û ewlehiya  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevgerek bi lez çêbibe û di serî de Şengal, statuya Êzîdxanê bê nasîn, bêdem-bêdorveger li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dabûn destpêkirin, di roja 3’yemîn de ye.

Di greva birçîbûnê de ku 23’yê Tebaxê bi daxuyaniyek nivîskî ya li ber Konseya Ewropayê û CPT’ê hate destpêkirin û piştre jî li Dêra La Tres-Sainte-Trinité dewam kir, tevî Hevserokê Meclîsa Dîasporaya Şengalê û Peşîmam Ekrem, 11 kes hene.

Bi armanca piştgiriyê jî wê 4 endamên Federasyona Elewiyên Demokratîk jî vê hefteyê di greva birçîbûnê de cih bigirin.

LI AVAHIYÊN KE Û CPT Û LI NAVENDA BAJÊR BELAVOK TÊN BELAVKIRIN

Di daxuyaniyê de ku ji hêla Komîteya Amadekar hate dayîn, hate destnîşankirin ku çalakvan gelekî bi moral in.

Di vê çarçoveyê de li ber avahiya KE û CPT’ê ji hêla komek çalakvanan belavok hatin belavkirin.

Dîsa komek din jî li navenda bajêr qada katedralê belavok belav kirin.

RAHÎBÊ DERÊ Û RÊVEBERIYÊ SERDAN KIRIN

Rahîbê Dêra La Tres-Sainte-Trinité Jean Stahl û ji rêveberiya dêrê Genvieve Bathalam greva birçîbûnê ya Êzîdiyan ziyaret kir.

Rahîbê Dêrê Jean Stahl bal kişand ser mafdariya daxwazên çalakvanan, destnîşan kir ku ji ber aştî û azadiyê tînin ziman, piştevaniya wan dikin.

GELEK DEZGEHÊN MEDYAYÊ ZIYARET KIRIN

Piştî destpêkirina greva birçîbûnê, gelek dezgehên medyayê yên neteweyî, xwecihî û biyanî roportajan digirin.

Duh ji hêla kanala France Înfo, rojnameya DNA û radyoya Kolombiyayê roportaj hatin girtin, hate ragihandin ku gelek xebatkarên medyayê jî dixwazin hevdîtinan bikin û rendewû girtine.

...