BI DÎMEN

Li Stockholmê tûrnûvaya futbolê ya ji bo piştgiriya Kurdistanê

Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo piştgirî ji gelê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê re bê dayîn, duh tûrnûvayeke futbolê hate lidarxistin.

Tûrnûvaya Kûpa Mezopotamyayê, îsal cara 3. hate lidarxistin. Tevî tîmên Kurdistanî û koçberan, îsal gelek tîmên Swêdî jî tevlî tûrnûvayê bûn.

Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat a Swêdê Serkan Kose, Ombûdsmana Herêma Dalarnayê Evîn Çetîn û endamê Meclîsa Şaredariya Stockholmê tevlî tûrnûvayê bûn û piştgirî dan.

24 tîmên profesyonel û nîv profesyonel ên ji bajarên cuda yên Swêdê, li salona Şarmholms Hallen (Skärmholms hallen) hatin pêşberî hev û ji bo serketên têkoşiyan.

Tîmên beşdarî tûrnûvayê bûn ev in:

"Hittills anmälda lag:
Omeri 47
Rinkeby UngdomesHus
Rojavakomiteerna
FK Bandiera Rossa
Sias kusiner
Stress
Newroz FC
FC Södra Sidan
GBG Gundi
Global Omsorg
HDP Boys
Vårby Gård IF
FC Nisk
Grabbarna från Berget
Hässelby United
Sala City
Cewanani Zagros
Mangaz FC
Azadi FC
Aleppo
Advokaterna
Kurdientus"

Her wiha gelek lîstikvanên bi nav û deng ên Swêdî û biyanî yên wek Jiloan Hamad, Boyan Corcick (Bojan Djordjic) û gelek tîman jî alîkarî û piştgîriya xwe ji vê tûrnûvaya ciwanan re rê kirin. Yek ji van lîstikvanên alîkarî kir, Emil Forsberg ê Swêdî ye, ku di tîma Manchester United a Îngilîstanê de dilîze.

Di encama maçên futbolê de tîmên Newroz FC û Siyas Kusiner derketin fîlanê. Lê belê ji ber ku alarma şewatê li salona sporê pê ket, lîstika fînalê nehat lîstin. Komîteya amadekar bi awayekî dostane her du tîmên Newroz FC û Siyas Kusiner weke şampiyon destnîşan kir.

Tevayî dahatî û alîkariyên ku kom bûne, wê ji Kurdistanê re werin rêkirin.