BI DÎMEN

Li Stockholm û Parîsê dewletên Tirk û Elman hatin protestokirin

Li welatên Ewropayê dewleta Elman ji ber hewl dide Kurdan kirîmînalîze bike, siyasetmedarên Kurd digire û piştgiriyê dide qetlîamên ku dewleta Tirk li Kurdistanê didomîne tê protestokirin.

Li paytexta Swêdê Stockholmê, dewleta Elman bi pêşendanek li ber Sefîrxaneya Elmanyayê hate protestokirin.

Di pêşendanê de ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Swêd û Yekîtiya Jina Kurd a Sara hat organîzekirin, dirûşmeyên “Qatil Erdogan, Durû Elmanya”, “PKK Gel e, Gel Li Vir e” hatin berzkirin.

Çalakvanan, bi Sekteterê Çapameniyê yê Sefîrxaneya Elmanya re hevdîtin pêk anîn, dosyayek ku daxwazên wan tê de bûn radest kirin. Piştre jî çalakiya xwe bi dirûşmeyên ku polîtîkayên Elmanya yên li dijî Kurdan protesto dikin bi dawî kirin.

Siyasetmedarên Kurd Zekî Eroglû di meha Nîsanê de, Cîhan Iliman di meha Gulanê de li Balafirgeha Stockholm-Arlanda ji aliyê Elmanya hatibûn binçavkirin û girtin.

Iliman di heftaya bihurî radestî Elmanyayê hate kirin, Eroglû jî li semta Solentûna ya Stockholmê di girtîgehê de ye.

 

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê jî dewleta Elman hate protestokirin.

Çalakiyê ku ji aliyê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) hate organîzekirin û pêşengiya wê Ciwanên Azad Parîsê kir, saet 14.00’an li ber Sefîrxaneya Elmanyayê destpê kir. Her wiha saziyên wek ACTÎT, ATÎK, SKB’ê jî piştgirî dan çalakiyê.

Di daxuyaniya çalakiyê de hate diyarkirin ku Elmanya ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî, polîtîkayên dijminane yên dewleta Tirk veguhestiye Elmanyayê. Di dewama daxuyaniya CDK-F’ê de ev hatin gotin: “Ev polîtîka qasî ku zerarê digihîne gelê Kurd, ewqasî zerarê dide demokrasiya Elman jî. Qedexeya li ser tevgerek mirovahiyê ji aliyê gelek rewşenbîr, sazî û şexsiyetên Elman hate rexnekirin û hate xwestin ku ev qedexe bê rakirin. Hikûmeta Elman jî ev daxwazên sazî û gelê xwe ji nedîtî ve hat, piştgirîkirina dewleta AKP’ê domand.”

Girseyê êrîşên dewleta Elman a li ser bi dehan siyasetmedarên Kurd bi dirûşmeyan protesto kir, dowîzên “Erdogan­:Merkel:DAÎŞ” hilgirt. CDK-F, bi maketên cur bi cur polîtîkayên ku Elmanya li dijî Kurdan dimeşîne rexne kir,  dosyayek radestî sefaratxaneyê kir.

Di çalakiyê de maketên Erdogan û Merkel jî hatin şewitandin.

 

 

...