Li Stenbolê belavokên 'NA' hatin belavkirin

Meclîsa Beyoglûyê ya 'NA', bi dirûşma "Ji bo zêdekirina dengê NA em li hev dicivin' li taxa Cîhangîrê dest bi belavkirina belavokan kir.

Meclîsa Beyoglûyê ya NA, ku ji bo dengê 'NA' di referandûmê de zêde bike di 1'ê Sibata 2017'an de ava bû, li Cîhangîrê dest bi belavkirina belavokan kir. Endamên Meclîsê li ber Bexçeyê Çayê yê Fîrûzaga li hev civiyan, li nava kolanên Cîhangîrê geriyan û belavokên xwe yên li ser sedema dayîna dengê 'NA' hatin amadekirin, li nava gel belav kirin.

Vê çalakiya endamên Meclîsa Beyoglû ya NA, gelekî bal kişand. Meclîs wê ji roja Duşemê û pê ve jî li Beyoglûyê stantên NA veke.