Li Silopiyayê ciwanek ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin

Li Silopiyayê, ciwanê bi navê Nasîp Yeşîl ê li ser banê xaniyê xwe bi telefonê diaxivî, ji ber gulereşandina polîsan jiyana xwe ji dest da.

Li Silopiyayê, ciwanê bi navê Nasîp Yeşîl ê li ser banê xaniyê xwe bi telefonê diaxivî, ji ber gulereşandina polîsan jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, ciwanê bi navê Nasîp Yeşîl saet di 03:00 de ji bo bi telefonê biaxife derket ser banê xaniyê xwe yê li Taxa Cûdî. Yeşîl bû hedefa guleyên polîsan ên li Dibistana Seretayî ya Suleyman Demîrel û hat qetilkirin.

Yeşîl di êrîşa polîsên Tirk de li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Malbat û welatiyên li taxê cenazeyê kurê xwe rakir Nexweşaneya Dewletê ya Silopiyayê. Piştî otopsiya destpêkê ya li vê derê, cenazeyê Yeşîl rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Hat ragihandin ku Nesîp Yeşîl li marketekê dixebitî.