Li Şêrwanê cenazeyê karkerkî din jî ji bin axê hate derxistin
Li Şêrwanê cenazeyek din ên yek ji karkerên ku mabûn di bin axê de û jiyana xwe ji dest dabû, hate derxistin.
Li Şêrwanê cenazeyek din ên yek ji karkerên ku mabûn di bin axê de û jiyana xwe ji dest dabû, hate derxistin.
Xebatên lêkolîn û lêgerîna rizgarkirina karkerên ku 17’ê Mijdarê mabûn di bin axa kargeha madenê ya Park Elektirîk a girêdayî Koma Ciner de, dabûn destpêkirin gihiştin cenazeyê ajokarê kamyonê Yavûz Yildiz.
Ji bo otopsiya cenazeyê Yavûz şandin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Piştî karûbarê otopsiyê û şûn de têpayîn ku li Şêrwanê defin bikin.
Di lêgerîn û xebatên rizgarkirinê ku qasî 21 roj in dewam dike de, heta niha cenazeyê 13 karkeran hate derxistin. Hê jî di bin axê de cenazeyê 2 karkeran maye. Lêgerîn dewam dike.
Di saetên sibehê de jî tîmên rizgarkirin cenazeyê Nûsret Bayazalmen jî derxistibûn.