Li Sêrtê polîsan dest bi 'binçavkirinên ji bo Erdogan' kirin

Beriya mîtînga Erdogan a li Sêrtê, xebatkarê Şaredariya Sêrtê Nas hat binçavkirin, rêyên bajêr hatin girtin û gel û esnaf li serdegirtina polîsan rast hatin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî Êlih û Amedê, wê îro li Sêrtê be. Lê Sêrt jî di rewşeke awarte de ye.

Xebatkarê Şaredariya Sêrtê Mehmet Can Nas dema diçû Şaredariyê ji aliyê polîsan ve bi gotina "ji vê rê hûn nikarin biçin şaredariyê" hat binçavkirin. Polîsan wesayîta Nas jî birin emniyetê.

Hemû rêyên ber bi Meydana Cûmhûriyetê ya Erdoganê lê biaxive diçe, hatin girtin. Li ser rêgeha Erdogan tê re derbas bibe polîsan avêtin ser malên gel û esnafan û nasnameyên wan qeyd kirin.