Li ser HDP’yî û DBP’yiyên di bin çav de miemeleya dijmirovî

Li Stenbolê dest bi standina îfadeyên HDP’yî û DBP’yî hate kirin. Parêzer Nagehan Avçîl têkildarî hevserok, rêveber û endamên HDP’ê, DBP’ê ku di bin çav de ne agahî da ANF’ê.

Avçîl got êşkence, zexta psîkolojîk li miwekîlên wan têne  kirin. Avçîl diyar kir 56 HDP, DBP’yîyên ku 9’ê Sibatê hatibûn binçavkirin, dema ku ew birine nexweşxanê kelepçe vajî li wan xistibûn û dijûn nîjatperest li wan dihatin kirin.

 ‘NEXWEŞEKÎ KU XWÎNÊ DAVÊJE DI BIN ÇAV DE YE’

Avçîl diyar kir ku bi hin siyasetmedaran re hin nexweşiyên weke  Hepatît B, gurçikê hene û nexweşekî pençeşerê yê ku xwînê davêje jî heye. Avçîl got, ‘’Gelek jê bi nexweşiyên giran in. Hin miwekîlên me hene ku nexweşiya Hepatît B, şekir, gurçikê bi wan re hene’’ Avçîl diyar kir ku der barê mijarê de bi dozgerê lêpirsînê re axaftine lê bersiveke erênî nehatiye dayin.

‘GUMANBARÊ POTANSÎYEL’

Parêzer Nagehan Avçîl diyar kir, ‘’Lêpirsîneke polîtîk tê meşandin û ti zemîna wê ya hiqûqî nîn e. Weke gumanbarê ‘’dikarin çalakiyan bikin’’ têne binçavkirin. Di dosyayê de me ti sûc nedîtin. Hişkere ye ku meqamê îdîayê weke ‘gumanbarê potansîyel’ li miwekîlê me dinerin.’’