Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin û girtin

Operasyonên qirkirina siyasî li Edene, Osmaniye û Hatayê dewam kirin.

Rejîma AKP/Qesra Erdogan, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd ku nikare pê, didomîne. Li Osmaniyeyê gelek endamên HDP'ê hatin binçavkirin. Li Edeenyê kesek hat binçavkirin. Li Hatayê jî xebatkara rojnameya Hatay Ses hat girtin.

OSMANIYE

Li Osmaniyeyê, polîsan serê sibehê bi awayekî hemwext avêtin ser malan. Piştî lêgerîna li malan, Hevseroka HDP'ê Behiye Tan û Yuksel Teçîk jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat hînbûn û kesên ku hatin binçavkirin birin Emniyeta Osmaniyeyê. 

EDENE

Li Edeneyê, polîsan bi şev avêtin ser mala Sedat Emen a li taxa Karaoglan a navçeya Yuregîrê. Piştî lêgerînê Emen hate binçavkirin û birin Emniyeta Edeneyê. Hate hînbûn ku Emen di çarçoveya lêpirsîna li hemberî xwendekarên zanîngehê de hatiye binçavkirin û wê bibin Rihayê.

HATAY

Xebatkara rojnameya Hatay Ses Ceren Taşkin ku bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" hatibû binçavkirin hat girtin. Taşkin ku dozger îfadeya wê girt, bi hinceta di medyaya civakî de "propaganda rêxistinê kiriye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadger jî bi heman sûcdariyê der barê Taşkin de biryara girtinê da û ew şand girtîgehê.