Li rojnamevan Alî Bariş Kûrt doz hat vekirin

Li rojnamevan Alî Bariş Kûrt, bi îdîaya "propaganda terorê" doz hat vekirin.

Êrîşên desthilatariya AKP/Qesrê ya li hemberî çapemeniya azad dewam dike.

2. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, li hemberî rojnamevan Alî Bariş Kûrt bi sûcdariya "propaganda rêxistina terorê kiriye" doz vekir. Rûniştina destpêkê ya dozê wê di 22'ê Mijdara 2016'an de li Enqereyê bê dîtin.

Kûrt der barê mijarê de got, "Em rojnamevaniyê di heman demê de weke pîşeyê lêgerîna heqîqetê dibînin. Ti karê ku ji aliyê civakê ve tê qebûlkirin, bi hedefgirtina şexsan, nayê astengkirin. Em bi tiştekî dizanin û em ê vê yekê jî her tim binivîsînin."

Rojnamevan Kûrt bibîr xist, ku piraniya wan ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) gelek rojnamevan girtî ne û banga xurtkirina piştgiriya hev kir.