Li Qendîlê agirê Newrozê hat vêxistin

Ciwanan li Qendilê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” agirê Newrozê vêxist.

Bi hezaran kes ji her aliyê Başûrê Kurdistanê ji bo tev li Newrozê bibin bi cil û bergên xwe yên herêmî berê xwe dane Qendîlê. Ciwanan ji niha de dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin û li ser giran agirê Newrozê vêxistin.

Ciwanan bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” agirê Newrozê vêxist û bi meşaleyan meşiyan.