Li PE’yê konferansa têkildarî Kurdên Anatoliya Navîn

Li Parlementoya Ewropa (PE) vê heftiya were wê li ser Kurdên Anatolojiya Navîn konferanseke navnetewî were lidarxistin.

Konferansa ku wê bi pêşengiya Platforma Kurdên Anatoliya Navîn Ewropa (PKAN-E) pêk were, cara pêşî pêk tê. Di konferansê de wê li ser dîroka koçkirinê, asîmîlasyona û hişmendiya netewî ya Kurdên Anatolojiya Navîn were sekinandin. Tê payin ku lêkolîner, nivîskar û siyasetmedar jî tevlî konferansê bibin.

Hevserok PKAN-E’yê Dîlan Bîçer têkildarî mijarê wiha got: ‘’Ji mêj ve ye ku em li ser vê konferansê dixebitin. Em bawer in ku wê biber be. Wê cihê şanaziyê be ku siyasetmedar, nivîskar, hunermendên Kurdên Anatolojiya Navîin ên ku bi ser ketine em di konferansê de bibînin. Em giringiyê didine mêvanên xwe yên ku wê tevlî konferansê bibin û li bendê ne ku her kes tevlî bibe.’’

Konferansa 27’ê Nîsanê ye. Saet 15.00-18.00’an li salona PHS1A2 a Parlamentoya Ewropa a Brûkselê wê pêk were. Ên ku dixwazin tevlê bibin ji ser vê adrêsê dikarin serî lê bidin: "[email protected]"