Li paytext Parîs a Fransayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Rojava hate protestokirin.
ANF
PARÎS
şemî, 22 kewçêrê 2016, 18:38
Li ser banga Însyatîfa Gel a Kurdistanî di saet 15:30’an de Kurdistan û dostên wan li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk kom bûn, êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojava protestokirin.
Çalakiya ku bi beşdariya bi sedan kesî hate lidarxistin li gel alên PKK’ê, YPG/YPJ’ê dowîzên “Tirkiye ji Rojava derkefe” û dirûşmên “Erdogan diktator û Ewropa hevkar” hatin berzkirin.
Di mîtîgna ku li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk hate lidarxistin de nûnerê PYD’ê yê Ransa, nûnerên Komele û rêxistinên çep ên Fransa jî axaftin kirin.
Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirke ya li her hêza herî xwegir a li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin û serkeftinê destdixin nayê qebûlkirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku divê Ewropa û Fransa polîtîkayên xwe yên li gel Tirkiyeyê li ber çavana re derbas bikin û wiha hate gotin: “Divê karên cidî bên kirin.”
Piştî mîtînga ku nêzî saetek û nîvê dewam kir de li gel dirûşmên “Kurdisan, goristan ji bo faşîstan” û “Kujer Erdogan” heta metroyê meşek çalakî bi dawî bû.