Li Nantesê panelek li ser rewşa li Kurdistanê hat lidarxistin

Li bajarê Nantes ê Fransayê, di çarçoveya çalakiyên Hefteya Berxwedanê de, panelek li ser mijarên Rojava û terora dewleta Tirk a li gelemperiya Kurdistanê hate lidarxistin.

Panela ku gelek Fransayî jî lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Gulasor Ûzûnpinar, ji rêveberên komeleyê Sînan Zer û endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ferdî Bîngol li panelê axivîn.

Qisekeran dan xuyakirin, ku Yekîtiya Ewropayê li pêşberî terora dewleta Tirk a li Kurdistanê bêdeng in û xwestin, navê PKK'ê ji 'Lîsteya Terorê' bê derxistin.

Qisekeran diyar kirin, Erdogan ji bo dîktatoriya xwe ragihîne, Kurdan dikuje û işaret bi erîşên li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê hat kirin.

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat bibîrxistin û berxwedana li Rojavayê Kurdistanê hat nirxandin.