Li Moskovayê şewat: 8 endamên agirkujiyê jiyana xwe ji dest dan

Li paytext Moskova ya Rûsyayê di encama mudaxeleya tîmên agirkujiyê ya şewata ku di depoyekê de derketî, 8 endamên tîmên agirkujiyê jiyana xwe ji dest dan.

Li paytext Moskova ya Rûsyayê di encama mudaxeleya tîmên agirkujiyê ya şewata ku di depoyeki ya heyberên pilastîk de derketî, 8 endamên tîmên agirkujiyê jiyana xwe ji dest dan.

Di depoya heyperên pilastîk ku aîdî fîrmaya bi navê ZAO VIKTORIA ya li navnîşana 1 a Amûsrkaya ya li herêma Rojhilatê paytexta Rûsya Moskoyê cih digirt de şewat derket. 8 endamên tîmên agirkujiyê yên ku mudaxeleyî agir dikirin, ji ber gaza zêde û teqînê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Rewşa Lezgîn a Rûsyayê; ji ber sedema heyberên pilstîk di carekê de agri geş bûye, di demekî pir kurt de belavî herêmekî 4 hezar metreyan bûye.

Di şewata ku heta danên sibehê karîn kontrol bikin de 8 endamên tîmên agirkujiyê jiyana xwe ji dest dan.