Li Meclîsê têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyanî hate dayin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê li Meclîsê daxuyanî dan.

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, xwişka Veysî Aktaş Sabîha Aktaş û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol û Serbay Koklu tevlî civînê bûn.

Omer Ocalan ê HDP'î diyar kir ku malbat li ketina Meclîsê hatin astengkirin û got, "Ji bo xwe bigihîne vê derê em ji dehan bendan derbas bûn. Tevî hevalên xwe em dixwazin raya giştî agahdar bikin. Mixabin bi rengekî bêûsil pêşî li me hate birîn û hate xwestin ku mêvanên parlamenteran bêne astengkirin. Ya li meclîsê hate kirin ev e, gelo li derveyî meclîsê çi li gel tê kirin."

'FIKARÊN ME LI SER ŞERT Û MERCÊN JIYANÊ GIRANTIR BÛN'

Omer Ocalan got, "Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve em bi ti awayî nikarin agahiyê ji Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim werbigirin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê têne hiştin. Pêwendiya herî dawî ya bi xizmên xwe re di 25'ê Adarê de bi rêya telefonê bû, ku pitî 14'ê Adarê hin îdîa li ser jiyana Birêz Ocalan li hin malperên înternetê hatin weşandin, pêk hat. Wê demê axaftina bi telefonê ya bi Birêz Ocalan re ji ber sedemeke ku em nizanin hate qutkirin. Axaftina bi Birêz Yildirim re jî gelekî kurt pek hat û girtiyên din ji bo tecrîdê şermezar bikin bi telefonê neaxivîn, lewma pêwendî bi wan re nehate kirin.

Ocalan di vê axaftina kurt de ragihand ku şert û mercên heyî yên tecrîdê nayên qebûlkirin, li dijî vê rewşa li dijî hiqûqê dixwze ku mafê xwe yê hevdîtina bi parêzeran re bi kar bîne û qanûn bi cih bê anîn."

Omer Ocalan destnîşan kir ku qutbûna pêwendiyên xizmên wan li Îmraliyê, tirs û fikarên wan ên li ser jiyana wan zêde kirine.

Omer Ocalan bi dewamî got, "Birêz Ocalan her cara ku firsend dît ji bo aştiyê û çareseriya demokratîk hewl da. Ji ber vê yekê jî tecrîd di heman demê de tecrîda li ser derfeta aştiyê û çareseriya demokratîk e. Li gel vê yekê em dibînin ku bêhiqûqî û kêfiyeta li Îmraliyê tê kirin li tevahiya welêt çawa belav dibe. Bi navê mablatên girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê em ji rewşa xizmên xwe yên ku nikarin agahiyê ji wan werbigirin bi fikar in. Em ji jiyana wan bi fikar in. Em dixwazin ku dawî li bêhiqûqiya li girtîgeha Îmraliyê bê anîn û mafên hiqûqî yên xizmên me bêne dayin.

Em bang li saziyên erkdar dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û bang li raya giştî jî dikin ku bala xwe li ser mijarê be."