Li Marsîlya û Marîgnanê karê ji bo referandûmê dest pê kir

Bi beşdariya Kurdistaniyên li bajarên Marsîlya û Marîgnan ên Fransayê, duh êvarê li Marsîlyayê civîn hate lidarxistin û karê 'NA' yê ji bo referandûmê dest pê kir.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Di civînê de koordînasyonek ji 21 kesan hat diyarkirin.

Biryar hat dayîn, komîsyonên navçe û gundan bên avakirin û bi vî rengî xwe bigihînin her kesî.

Di civînê de biryar hat dayîn, di destpêkê de qeyda hilbijêran were kontrolkirin û yên ne qeydkirî ne, bên qeydkirin. Her wiha komîsyonên agahdarî-qeydkirin, propaganda û ajîtasyonê werin avakirin.

Di civînê de ev peyman hat dayîn: "Ji bo hesabê Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Şirnexe were pirsîn, ji bo em hêjayî wan berxwedêran bin, dengê NA firsendeke girîng e."