Li Lozanê aktîvîteya 15’ê Tebaxê

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, Kurdistanî û dostên wan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê aktîvîteyek li dar xistin.

Aktîvîte ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, bi rêzgirtinê destpê kir. Têkîldarî naveroka 15’ê Tebaxê sînevîzyonek hate pêşendan. Piştî li helbestan hate guhdarkirin jî, li ser navê DEM-KURD’ê Hanîfî Ceylan axivî,  bal kişand ser wate û girîngiya 15’ê Tebaxê, îfade kir ku di têkoşîna Kurdan de nuqteyek werçerxê ye.

Lêkolînvan-Nivîskar Ahmet Nesîn ê wek qiseker tevlî aktîvîteyê bibû jî diyar kir ku Erdogan darbeyê bi kar tîne û dixwaze sîstemek dîktatortiyê ava bike, hewl dide zanyaran û muxalîfan di bin zextê de bihêle û Kurd wek yekane hêza muxalîf li dijî rejîma dîktatortiyê radiwestin. Nesîn destnîşan kir ku ji bo siberoja xwe, pêwîst e gelên Tirkiyeyê xwedî li têkoşîna tevgera azadiyê derkevin.

...