Li Londonê çalakiya xwedîderketina li Amedê

Li paytext Londonê binçavkirina hevşaredarên Amedê hat protestokirin û berxwedana Amedê hat silavkirin.

Li paytexta Îngilîstanê Londonê binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hat protestokirin.

Di çalakiyê de ku duh êvarî li ber Sefîrxaneya Tirk hat lidarxistin û berxwedan hat silavkirin, li dijî AKP’ê hêrsek mezin hebû. Gelê Kurd xwest ku êrîşên li dijî nûnerên siyasî demildest bên sekinandin.

Kurdistaniyan dirûşmeyên “TC Ji Kurdistanê Bicehime” berz kirin, diyar kirin ku wê li dijî êrîşên dewletê bersivek topyekun bidin.

Dema çalakiyê de 2 faşîstên Tirk ketin nav hewla provokasyonê, lê ji hêla gel hatin astengkirin. Balkêş bû ku faşîstên ku ketin sefîrxaneyê yêlegê pola li xwe kiribûn û di dest wan de mûşta hebû.

 

...