Li Lînzê Kurd, Elewî û Sosyalîst ji bo 'NA' li hev civîyan

Li bajarê Lînzê ji bo ku di referandûmê de NA bi hêz derbikeve Kurd, Elewî, Çepgir û Sosyalîst hatin gel hev.

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê ji bo di referandûma ku wê li Tirkiyeyê bê kirin dengê NA xurtir bibe û platforma NA bê avakirin civînek hate lidarxistin.

Civîna ku pêşengtiya wê DEM-KURD dikir, li Komelaya Çanda Elewiyan a Lînzê hat lidarxistin. Di civînê de destpêkê serokê komeleyê kir û di axaftinê de bal kişand ser bihêzkirina dengê NA ya di referandûmê de. Nûnerê DEM-KURD'ê jî li ser encamên referandûmê sekinî û behsa giringiya bi hev re tekoşînê kir.

Komelaya DİDF a Lînzê jî diyarkir ku ji bo kêmasiyên di hilbijartina 7'ê Hezîranê de pêk neyên wê xebatan xurtir bi rê ve bibin.

Komeleya ADHF Wels a Elewiyan, Komelaya Perg a Pîr Sûltan û Komelaya Wels a Mezopotamya jî destnîşan kirin ku wê bi şêweyekî aktîv tevlî xebatan bibin.

Di civînê de piştî xwendina deklerasyona Platfroma NA ya Ewropa palansaziya xebatan hat amadekirin.

Her wiha di civînê de li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gundê Xeraba Bava yê Niseybînê bê deng namînin û wê çalakiya xwe ya destpêkê roja şemiyê li Navenda Lînzê lidarbixin.