Li Kurdistanê 5 kes hatin girtin, zêdeyî 20 kes hatin binçavkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî yên li bajarên Bakurê Kurdistanê de 5 kes hatin girtin, zêdeyî 20 kes jî hatin binçavkirin.

Di operasyonên qirkirina siyasî yên li bajarên Bakurê Kurdistanê de 5 kes hatin girtin, zêdeyî 20 kes jî hatin binçavkirin.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê, tîmên taybet ên Tirk avêtin ser malan û Hevserokê Şaxê Egîtîm Senê Hamît Gungor û Berpirsyarê Rêxistinbûnê yê Şaxê Egîtîm Senê Erdal Çam binçav kirin. Gungor piştî girtina îfadeyê hat berdan, lê Çam ji aliyê dadgeha Tirk ve bi îdîaya 'propaganda rêxistinê' hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.

Li navçeya Şahînbey a Dîlokê, polîsên avêtin ser avahiya DBP'ê hevserokê Navçeyê Lamî Çîçek binçav kirin û ew birin Midûriyeta Şaxê Ewlekariyê ya Emniyetê. Li taxa Akdere jî ciwanê bi navê Umît Dalgin hat binçavkirin û birin Şaxê TEM'ê.

Li navçeya Hezex a Şirnexê, ji kesên di 15'ê Tebaxê hatin binçavkirin Hevşaredar Nevîn Oyman Gîrasûn, endama Meclîsa Şaredariyê Songul Erdem û Medîne Fîdan, welatiyê bi navê Şehmûz Oskaş hatin girtin. Girtî şandin Girtîgeha Tîpa M a Midyatê.

Polîsên dewleta Tirk li navçeya Xîzan a Bedlîsê avêtin ser malan û Ahmet Şîmşek û Zeynel Abîc binçav kirin. Şîmşek û Abîc birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

Li navçeya Mûş Kopê, polîs û jendermeyan avêtin ser gundê Texut û taxên Yenî û Şehîtlîkê û welatiyên bi navê Bahyettîn Orûç, Yilmaz Tûtkûn, Salîm Çelîk, Ahmet Tûtkûn, Ferhat Coşkûn, Nesîm Çelîk, Salîm Çelîk, Cebraîl Azgin, Cengîz Çelîk, Bedîa Akkaya, Mûzaffer Yildizer, Nîzamettîn Şengul, Mîkaîl Goksû, Zulfukar Keskîn û Seyîthan Mualîm binçav kirin.

Li Rihayê, Hevserokê SES'ê Reşat Dogan jî di nav de 3 doktor, hemşîreyek û xebatkarekî tenduristiyê, bi hinceta ku şervanên YPG/YPJ ên bi fermî anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê tedawî kirine, hatin binçavkirin.