Li Kopê polîsan gule li wesayîta ku sivîl li nav bû reşand: 10 kes birîndar

Li ketinan navçeya Kop a Mûşê li nuqteya polîsan, tîmên taybet gule li wesayîta ku sivîl li nav bû reşand. Di bûyerê de 10 kes, 5 jê giran birîndar bûn.

Polisên Tîmên Taybet di ketina navçeya Kopê ya Mûşê de wesayîta sivîl ku 6 kes li nav bû, bi îdîaya ku guh nedaye biyara 'Rawest e' li nokteya kontrolê hate gulebarankirin, her wiha wesayîtên din jî bûn hedefa guleyan. Polîsan di gulebaranê de 10 kes ku di nav de 1 jê zarok,1 jê jin, 5 jî bi giranî birîndar kirin. 5 kesên rewşa wan giran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûş ê, 5 birîndarên din jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kopê.

 Navê birîndaran nehat zelalkirin.