Li kongreya PYD Ewropayê nîqaş berdewam dikin

Kongreya PYD Ewropa ya li Brûkselê ya Belçîka di roja duyemîn de bi xwendina raporên xebatê û nîqaşan berdewam dike.

Kongreya 8’an a PYD Ewropayê li paytexta Belçîka Brûkselê bi tevlêbûna bi sedan delegeyî berdewam dike. Ji gelek welatên Ewropayê 135 jin bi tevlêbna 700 delegeyî kongre didome.

Di roja pêşî de bêhtir bi tevlêbûna nûnerên netewî û navnetewî rojeva siyasî dihate nîqaşikrin, di roja duyan de jî bêhtir rapor têne xwendin, rêxistina navxweyî, planên serdema nû têne nîqaşkirin. Rapora salekê ya PYD Ewropa hate xwendin.

 ‘EM WEKE PYD’Ê RÊXISTINIYA XWE XURT BIKIN’

Rapor li ser navê PYD Ewropayê Zûhat Kobanê xwend. Kobanê diyar kir geşedanên Rojhilata Navîn û Rojava nîşaneya sala fînalê ye ji bo Kurdan û hemû hêzên herêmê hemû derfetan dixebitînin da ku bibin xwedî gotin. Bi berdewamî diyar kir, ‘’Em weke rêxistina PYD Ewropayê xwedî barekî giran in. Ji her demê zêdetir divê em têbikoşin û bi her hawî rêxistinbûna xwe xurt bikin.’’

 ‘EM LING BIDIN XEBATÊN ÇANDÎ’’

Di raporê de hate gotin, ‘’modernîteya kapîtalîs mirovan ji çandan qut dike, dûr dixe jiyana xwe ferz dike. Herî pir jî penaber ji vê hîkar dibin. Ciwan jî di hedefa vê de ne. Her çendî di qadên çand, hunerê de xebat bûbûn jî kêm in. Di dema pêş me de em ê giringiyê bidin van xebatan.’’

Di raporê de hate gotin li Ewropa û gelek deveran nûnertiyên Rojava têne vekirin û planên wan hene ku di siberojê de li gelek welatên din jî nûnertiya Rojava vekin.

Di rapora Rêxistina Jinan a PYD’ê de bal hate kişandin ser têkoşîna jinê ya li Rojava û Bakurê Kurdistanê û got Ewropa nebûya layiqê vê berxwedanê û divê ji bo raya giştî ev were vegotin.

...