"Li komkujiyên gladyoya Qesrê cînayeteke din zêde bû"

ABDEM'ê got, "Ji daxuyaniyên qesrê û dewletê, em bi endîşe ne ku sûîqest û hewldanên bi vî rengî yên cînayetê wê bidomin."

Pêkhateyên ABDEM'ê li ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê daxuyaniyek weşandin û gotin, "Ji daxuyaniyên qesrê û dewletê, em bi endîşe ne ku sûîqest û hewldanên bi vî rengî yên cînayetê wê bidomin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê (ABDEM) de hat ragihandin ku gladyoya qesrê li ser kar e û li komkujiyên li erdnîgariya Kurdistanê tê kirin, cînayeteke din zêde bûye."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku qasidê aştiyê Tahîr Elçî yê ku demeke dirêj e ji aliyê pênûsên bi xwîn û dewletê ve hedef dihat nîşandan û rastî kampanya lîncê dihat, di dawiya dawî de ji aliyê hêzên paramîlîter ên ser bi Qesra dewleta AKP'ê ve hat qetilkirin.

ABDEM'ê bibîr xist ku Tahîr Elçî ji ber ku di bernameya televîzyonekê de got, 'PKK ne rêxistineke terorîst e' rastî kampanya lîncê hat û di encama vê kampanyayê de Elçî ji aliyê aqlê kevneşop ê dewletê, gladyoya Qesrê, medya hawiz, dadgeriya qesrê, faşîst û hêzên paramîlîter ve hat qetilkirin.

ABDEM'ê diyar kir ku berpirsyarê qetilkirina Tahîr Elçî, dewlet û qesr e. ABDEM'ê da zanîn ku ev hêzên berpirsyarê cînayetê, bi barandina rondikên derewîn re heewl didin sûcên xwe û rûyên xwe yên tarî veşêrin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber daxuyaniyên dewletê û qesrê, ew bi endîşe ne sûîqest û hewldanên bi vî rengî yên kuştinê bidomin û hat gotin, "Êrîş û hewldana sûîqestê ya li hemberî Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, ji vê yekê ne cihê ne.

ABDEM'ê bal kişand ser konsepta şer a dewlet li Kurdistanê dimeşîne û got, "Em van polîtîkayên kirêt ên qesrê û dewleta kevneşopi deşîfre bikin û lenet bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Weke ABDEM û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, em qetilkirina Tahîr Elçî şemezar dikin û dibêjin ku em ê li dijî van êrîş û komkujiyan têkoşîna xwe mezin bikin."