Li Kanada, Elmanya û Fransayê ji bo Xerabê Bava çalakî hatin lidarxistin

Li Kanada, Elmanya û Fransayê, êrîşên dewleta Tirk ên li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê hatin şermezarkirin.

Terora AKP/Qesra Erdogan a li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê, li gelemperiya cîhanê tê şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan, êrîşên AKP/Qesr/MHP'ê yên li dijî Kurdan şermezar kİRİN.

TORONTO

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, êrîşên dewleta Tirk ên li Xerabê Bava, li balafirgehê hate şermezarkirin. Girseya gel bang li dewleta Kanadayê kir, ku vê zilmê bibîne û ji gel jî xwest, bi lezgînî bikeve nava tevgerê. Çalakî piştî dayîna daxuyaniyê bi xwendina sirûda gerîla qediya.

FRÎEDRÎCHSHAFEN

Kurdistaniyên li bajarê Frîedrîchshafen ê li herêma Bodensee ya Elmanyayê dijîn, bi pêşengiya Navenda Çanda Mezopotamyayê bi heman armancê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de êrîşên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Girseya gel li Bûchhorn Platzê li hev civiya û belavok belav kir.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê, êrîşên li gundê Xerabê Bava hatin şermezarkirin. Çalakî li ber Şaredariya Rennesê pêk hat û belavokên li ser hovîtiya li Xerabê Bava diqewime, hatin xwendin. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.