Li Îzmîrê girtiyên nexwşe hatin ziyaretkirin, banga hestyariyê hate kirin

Heyeta ku girtiyên nexweş Ergîn Aktaş û Sîbel Çapraz ziyaret kirin, diyar kirin ku rewşa her dû girtiyan jî xirape. Heyetê, ji bo girtiyên nexwşe banga hestyariyê kir, yan jî hikûmet ji mirinên ku pêk were berpirsyare.

Heyeta ku ji Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD). Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Aysel Tugluk pêk tê çûn serdana girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê 5 roj in di greva birçîbûnê de ye û Sîbel Çapraz.

'BERPIRSYAR WEZARETA DADÊ YE'

Piştî serdanê Hevseroka TUHAD-FED'ê ya Îzmîrê Seda Tanrikulu diyar kir ku şertên Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ji bo Sîbel Çapraz baş nîne. Ergîn Aktaş jî li odeyên normal ên Tîpa R nayê sekinandin, şertên ku Aktaş di tê de ye gelek xirab e. Tanrikulu destnîşan kir ku girtiyên nexweş di bin kontrola Wezareta Dadê de terkî mirinê tên kirin û wiha axivî: "Wezareta Dadê ji şert û mercên girtiyan berpirsyar e. Em bang li Wezareta Dadê û hemû saziyên ku erka wan a kontrolkirina Tirkiyeyê heye dikin bihistyar nêzîk bibin.

Aysel Tugluk jî diyar kir ku pêkanînên li girtîgehan nemirovî ne, li girtîgehan polîtîkaya zilmê ketiye meriyetê ti caran hiqûq pêk nayê. Tugluk bilêv kir ku divê girtiyên nexweş di şertên taybet de bên rayestandin di hucreyan de tên girtin. Tugluk bilêv kir ku ew ê rewşa Aktaş û Çapraz bibin CPT û saziyên navneteweyî.

Kom piştre li ber girtîgehê veqetiya.