Li Îzmîr û Wanê gelek kes hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî li Îzmîr û Wanê dewam kirin.

Rejîma AKP/Qesra Erdogan ku tifaqa xwe ya bi MHP a nîjadperest re xurt dike, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd zêde dike. Li Îzmîrê, Hevserokê HDP'ê yê Bajêr jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Li Wanê jî ciwanek hat binçavkirin.

ÎZMÎR

Polîsan duh bi şev li Îzmirê avêtin ser gelek malan. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê HDP'a Îzmirê Mahfuz Guleryuz jî di nav de gelek kes binçav kirin. Hat zanîn ku ji ber duh li dijî dorpêça Xerabê Bava nerazîbûna xwe anîn ziman polîsan ew binçav kirine. 

WAN

Polîsan li taxa Kurubaşê ya navçeya Rêya Armuşê jî bi ser malekê de girtin. Polîsan di serdegirtina malê de ciwanê 20 salî Muhammed Bilekçi binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.