Li Îtalyayê di mîhrîcanê de azadiya Ocalan hate xwestin

Li Îtalyayê di mîhrîcana Alta Felîcîta de tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin.

Li bajarê Torîno yê Îtalyayê duh Festîvala Alta Felîcîta hate lidarxistin.

Di festîvalê de ku Îtalî û Kurd tevlî bûn, tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. Di festîvalê de ku li qada Sûsa Venaûsta hate lidarxistin, hate xwestin ku tecrîd derhal bê rakirin û azadiya Ocalan pêk were.

Festîval wê 23-24-25’ê Tîrmehê dewam bike.

...