Li Iraqê piştî civîna rayedarên payebilind, daxuyaniyek hevpar hat dayîn

Fûat Mahsûm, Heder El Ebadî û Selîm Cibûrî piştî civînê daxuyaniyeke hevpar dan.

Piştî ku Serokkomarê Iraqê Fuad Mahsum, Serokwezîr Heyder Ebadî û Serokê Parlamentoyê Selîm Cibûrî li Qesra Aştiyê (Qesra Selman) a li paytext Bexdayê civiyan û şûn de, di mapera fermî ya Serokkomariyê de têkidarî naveroka civînê daxuyaniyekî hevpar weşandin.

Îro Serokkomarê Iraqê Fuad Mahsum, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî li Qesra Aştiyê ya li Bexdayê hatin gel hev, têkildarî bûyerên li Iraqê rû didin, êrîşkirin û dagirkirina alîgirên Sedr ya parlamentoyê û der heqê pêvajoya pêş de civînek pêk anîn. Civîn li ser banga Serokkomarê Iraqê Fuad Mahsum pêk hat. Di civînê de gelek rayedarên payebilind ên Iraqê jî amade bûn.

Di daxuyaniya li ser malpera fermî ya Serokkomartiya Iraqê de, xwepêşandanên duh ên alîgirên Sadr hatin şermezarkirin, diyar kir ku hemû xweseriya dewletê û destûra bingehîn binpê kiriye.

Di daxuyaniya nivîskî de çar xalên hatin diyarkirin, wiha ne:

“1- Êrîşa li hemberî parlamentoya Iraqê şermezar dikin. Divê yên ku pêşengiya van xwepêşandanan kirine, zerar dane malê dewlet û saziyên giştî derkevin pêşberî gel û bêne darizandin.

2- Ji bo parastina gelê Iraqê û pêkhateyên giştî divê hêzên ewlehiyê berpirsiyartiyên xwe pêk bînin û diyar bikin ku destûra bingehîn a Iraqê di ser hemû tiştî re ye.

3-Biryar ji bo çareseriya krîzên li Iraqê rû didin û berdewamkirina reformên siyasî hatiye dayîn ku hevdîtinên mabeyna aliyên siyasî di rojên pêş me de jî berdewam bikin.

4-Civîn, êrîşên ji aliyê hêzên terorîst ên ku li Nehrevan û Semavanê pêk hatin şermezar dike.”

Di daxuyaniyê de her wiha rizgarkirina gundê Beşîr ê 20 kîlometreyan dikeve başûrê Kerkûkê ku ji aliyê hêzên pêşmerge û milîsên Heşdî El Şeebî ve pêk hat, weke gavek erênî hate nirxandin.