Li Înnsbruck û Saarbrûckenê ji bo Xerabê Bava çalakî

Li Awusturyayê bajarê Înnsbruck û bajarê Saarbrücken ê Elmanyayê ji bo Xerabê Bava çalakî hat lidarxistin.

INNSBRUCK
Li Awustuyayê Eyaleta Tîrolê bajarê Însbruckê bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk gelek Kurdistanî ji bo dorpêça ku ev 2 hefteye li gundê Xerabê Bava didome şermezar bikin li ber peykerê Annsaûlê hatin ba hev.

Di çalakiyê de parnkarteke Almanî hate vekirin û belavok hate belavkirin. 
Di çalakiyê de Endamê Ciwanên Azad ê Tirolê Nûjîn Amed axivî, “ Tiştê ku li Kurdistanê diqewimin salê 90’î derbas kiriye. Hikûmete AKP’ê dixwaze bi van kiryaran  gelê Kurd biçewisîne lê gelê Kurd di referandumê de bi ‘NA’yê wê bersivê bide AKP ê.”

SAARBRÛCKEN

Li Saarbrûcken a Elmanya bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi mebesta ku zilma dewleta Tirk a li Xirabê Bava ji bo raya giştî veguhezînin konê agahdarkirinê hate danîn.

Konê ku saet 11’an hate danîn heta bi 17.00’an dom kir. Konê agahdarkirinê wê sibe jî bidome, kon saet 3’an bi mîtîngekê wê were rakirin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Remziya Eke ji bo mîtînga sibe ban li Kurdistanî û dostên wan ên li Saarbrûcken û derdorê kir ku tevlî mîtîngê bibin. Mîtinga sibe wê li ber Europa Galarî ya li Bahnhof Strasseyê were kirin.