Li hember Demîrtaş lêpirsîn, li hember wekîlan fezleke

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, têkildarî bûyerên 6-8’ê Cotmehê yên sala bihurî der heqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, têkildarî bûyerên 6-8’ê Cotmehê yên sala bihurî der heqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de bi hinceta, “Beşek ji civakê çekdarkirin û li hember beşeke din a civakê tehrîkkirin” lêpirsîn da destpêkirin.

Her wiha fezlekeya der barê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ya bi îdîaya çek ji YPG’ê re peyda dike hat amadekirin jî di nav de 9 dosyayên der barê hin  parlamenteran de ji Serokatiya Meclîsê re hat şandin.